[H] >  [Hozan Kawa Lyrics] > Hêvîya Me Lyric
Sponsored Links

Hozan Kawa - Hêvîya Me

Album Name:Taya Dila (2003)
Submitted by:Halit49
Published:
Add a new lyric Add a new lyric      Correct this lyricCorrect this lyric
Hêvîya Me
Rabû ji axa pîroz, serî bilind kir
Nîşana azadiyê me ji xwere dîye
Xelatek ji Rebê jor ji mere hatiye
Baweriya me pê heye, me jê bi hêvî ye


Hêvî hêvî
Hêviya me bi te
Hêvî û baweriya mezin werin ji çavên te
Tu roj î, zîlan stêrk in civiyan li dora te
Nûra welatê me, hêviya me bi te
Hêvi, Hêviya me bi te
Zîlan û Sema civiyan dora te
Nûra welatê me, hêviya me bi te

Tu peyva ser lêvan, kaniya dilan
Herikî nava axê, reng dide gulan
Tu peyva ser lêvan, kaniya dilan
Herikî deşt û zozan, reng dide gulan
Ji birînên me re tu yî heqîmê loqman
Ev strana min ji bo te ey roja kurdan


Hêvî hêvî
Hêviya me bi te
Hêvî û baweriya mezin werin ji çavên te
Tu roj î, zîlan stêrk in civiyan li dora te
Nûra welatê me, hêviya me bi te
Hêvi, Hêviya me bi te
Zîlan û Sema civiyan dora te
Nûra welatê me, hêviya me bi te
© 2003-2024 www.alternatifim.com/ All Rights Reserved.